Pêla rastgiran dizivire – dem dema şikandina wê ye! AfD di hilbijartinên heremî yên bê de bi rêjeya 30% li sê eyaletên rojhilatê Elmanyayê, dibe partiya herî bihêz a şaredariyan.

Lê AfD tenê milê parlementoyê yê toreke tevlihev a rastgir e. Ev yek di „Correctiv-Recherche“ango lêkolîna Correctiv de jî hate xuyakirin, ku ji raya giştî re hate eşkerekirin ku siyasetmedarên AfD’ê, Nazî, endamên Sendîkaya nirxên girêdayê CDU û karsaz li hev civiyan e û plansaziyek çêkirine: Mirovên ku dîroka wan a koçberiyê heye (ne tenê penaber) bi komî dersînor bikin.

Baweriya me bi gotinên (dîwarên fireh) partiyan nayê. Di van salên dawî de hukûmet û muxalefet ne tenê li gorî hestên rastgir tevdigerin, di heman demê de bi polîtîkayên rastgir û neolîberal bersivê didin krîzên civakî. Zêdetir qanûnên penaberiyê û dersînorkirinê, polîtîkayên koçberiyê yên li ser bingeha jiyana aborî ya gel, tundkirina qanûnên polîsan û êrîşên berdewam ên li ser dewleta sosyal/civakî pêşve xistin.

Ji bo ku zemîn ji AfD’ê re nemîne, girîng e ku pirsgirêk bi awayekî bingehîn çareser bibe.

Dem dema wê ye ku tevgerek dijber a bihêz û çalak li dijî pêşkeftina qanûnî ya berfireh derkeve û hevgirtin û edaletê biparêze. Divê em bi xwe vê bikin.

Tevlî însiyatîfên civakî bibin, di sendîkayan de cih bigirin, divê em li dijî wan kesan derkevin ku di jiyana rojane de AFD’ê diparêzin an jî ji wan hez dikin. Xwedî li penaberan derkevin û beşdarî însiyatîfên heremî yên antî-faşîst bibin ku rastgiran ji rêyên wan dûr bixin.

Werin em bi hev re pêla rastgir bişkînin. Werin em bi hev re di 24’ê Sibatê de li Stuttgartê dakevin qadan.